26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serfermandarê Pêşmerge: DAIŞ mezintirîn ziyan li ser destê Pêşmerge dîtiye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serfermandarê Wezareta Pêşmerge ragihand ku, rêxistina DAIŞê Hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê kiriye armanca xwe, lê ser neketin.

Cemal Mihemed Serfermandarê Wezareta Pêşmerge ji KDP.info re ragihand: “Di serî de DAIŞ ji bo wê yekê hatibû Iraqê da ku gitîgeha Baduşê veke, lê artêşa Iraqê li Mûsilê hat şikestin û ji wir reviyan û çekdarên DAIŞê ew bajêr xistin destê xwe de û kirin paytexta xwe. Piştre berê xwe dan Bexdayê, lê kes nizane çima nizane çima dev ji Bexdayê berdan û berê xwe dan Herêma Kurdistanê.”

Serfermandarê Wezareta Pêşmerge wiha got: “Di çend mehên borî de, çekdarên DAIŞê gellek caran li ser destê Hêzên Pêşmerge hatine şikestin, lewma dev ji Kurdistanê bernadin û hemû armanca DAIŞê nêzîkbûne ji axa Kurdistanê û şerê DAIŞê bikin, ku dev ji naverastê Iraqê berdane, lê Hêzên Pêşmerge bi taybetî li eniya Guwêr û Mexmûr û Şingalê gellek caran çekdarên DAIŞê şikenandine.”

Ferîq Cemal Mihemed wiha domand: “DAIŞ li derfetekê digere ku êriş bike ser Hêzên Pêşmerge û xwe bi hemû awayekî taqîkirine, lê serneketine û hatine şikestin.”

Nûçeyên têkildar