26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Sekreterê Parlamentoyê: Serok Barzanî piştevaniya parlamentoyê dike

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê Fexrî Qadir ragihand ku, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî gellekî alîkariya me kiriye û li pişta me ye. Li ser asta navdewletî jî hevxemî bo Herêma Kurdistanê gellekî zêde bûye, lewma pêwîst e Kurdistan bibe xwedî destûrekî taybet.

Fexrî Qadir Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: Birêz Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê di her pirojeyasayekê de alîkariya me dike û li pişta me ye.”

Sekreterê Parlamentoya Kurdistanê wiha got: “Serok Barzanî di vê xuleyê de gelekî piştevaniya me dike û dema ku hat parlamentoyê pir dilxweş bû.”

Qadir wiha domand: “Nabe Herêma Kurdistanê ji nivre xwe bê destûr bihêle, ji ber ku em bi aliyê waqiekî nû ve diçin. Tevî van nexweşî û zehmetiyên ku hene di şerê li dijî DAIŞê, lê li ser asta navdewletî hevxemî bo Herêma Kurdistanê zêdetir bûye û pêwîst e her zû bibe xwedî destûrekî.”

Nûçeyên têkildar