26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. Pêşmerge êrişekî DAIŞê têk bir.. 13 terorîst hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Berpirsê eniya Şingalê Behram Erîf Yasîn ragihand ku, îro çekdarên DAIŞê êriş kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin, ku termê 2 terorîstan li wir man.

Behram Erîf Yasîn Berpirsê eniya Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Çekdarên DAIŞê li eniya Şuheda ya Şingalê seat 4 û nîvê êvarî êriş kirin, lê piştî nîv seatê ji şer, Hêzên Pêşmerge karîn wan bişkînin û 2 termên wan li cihê şer man.”

Wî berpirsê Pêşmerge wiha domand: “Îro balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî bi giranî li çeperên DAIŞê dan û li gorî agahiyan, 11 terorîstên DAIŞê di wan lêdanan de hatin kuştin.”
 

Nûçeyên têkildar