Şeşo: Li nahiyeya Sinûnê hejmaek zêde ji welatiyan vegeriyane nav malê xwe

Sinûnê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge Qasim Şeşo dibêje, niha rewşa jiyana Sinûnê pir baş e û hejmarek yekcar mezin ji welatiyan vegeriyane nav malên xwe.
Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge ji KDP.info re ragihand: “Piştî wê şikestina mezinya ku gihîşt çekdarên DAIŞê li eniya Sinûnê li ser destê Hêzên Pêşmerge û ew dever bi temamî hat kontrolkirin, niha rewşa jiyana Sinûnê pir baş e û hejmarek yekcar mezin ji welatiyan vegeriyane nav malên xwe.”
Şeşo wiha domand: “Hemû fermangehên wek asayîş û bajêrvanî û dezgehê mîrî li wê deverl dewamê xwe yê asayî dikin û rewş xweş dibe û ti metirsiya DAIŞê li wê nahiyeyê nemaye, ji ber ku Pêşmerge bi temamî navçeyê diparêzin.”




