25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê..Pêşmerge hemû selamet in..Bi moralekî bilind parastina Rojavayê Kurdistanê dikin

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Emîd Şewket Mizorî ragihand ku, li Kobanê tevgera çekdarên DAIŞê nemaye û nayê xuyakirin çi sedem e, lê balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li asman in û çavdêriyê dikin, û heta niha li ti çeperên wan nedane, ji ber ku nexuyane.

Emîd Şewket Mizorî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Rewşa Kobanê heta niha êvarî aram e û ti pevçûn derneketine û îro tevgera çekdarên DAIŞê li Kobanê pir kêm bû, bi awayekî ku hest bi hemûna wan nedihat kirin, lê nexuyaye ku sedema wê çiye.”

Mizorî wiha got: “Balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li asman in û çavdêriyê dikin, û heta niha li ti çeperên wan nedane, ji ber ku nexuyane.”

Wî fermandarê Pêşmerge gotina xwe wiha qedand: “Hêzên Pêşmerge hemû selamet in û bi moralekî bilind parastina axa Rojavayê Kurdistanê dikin.”

Nûçeyên têkildar