26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nûnerê Obama: Pêşmerge efsaneya DAIŞê têk bir..Li hemû cîhanê rêzekî taybet bo rola Serok Barzanî heye

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwazî li Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, John Allen kir û di wê hevdîtinê de Allen ragihand ku, li hemû cîhanê da rêzekî taybet beranber rola Serok Barzanî û xweragiriya gelê Kurdistanê û qehremaniya Hêzên Pêşmerge ya li rûbirûbûna terorîstan de heye.

Îro dûşem 12.01.2015 li Selahedîn Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya John Allen Nûnerê Taybetê Serokê Amerîka yê Hevpeymaniya Navdewletiya Şerê Dijî Da'îş û şandekî ligel kir ku ji Brett McGurk Cîgirê Yarîdederê Wezîrê Derveyê Amerîka û Stuart Jones Balyozê Amerîka li Iraq û Joseph Pennington Konsolê Giştî yê Amerîka li Hewlêr û hejmarek ji şêwirmendên artêşa Amerîka pêkhatibûn.

Di hevdîtinê de Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê pîrozbahiya serkeftinên Pêşmerge yên li devera Rebîe û Zûmmar û Şengalê kir û pêzanînên xwe ji bo rola azayaneya hêzên Pêşmerge li şikestdana terorîstên DAIŞ de hebûn û serxweşiyê li Serok Barzanî û malbata wan Pêşmergeyan kir ku li vê şerê da azayane canê xwe gorî kirine û şehîd bûne.

Di beşekî dinê axaftina xwe de Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê ji bilî balkişandina li ser rola Serok Barzanî ya li serkirdayetîkirina şer de ragihand ku li hemû cîhanê da rêzekî taybet beranber rola Serok Barzanî û xweragiriya gelê Kurdistanê û qehremaniya Hêzên Pêşmerge ya li rûbirûbûna terorîstan de heye û her wiha parastin û hewandina sedanhezar koçberan ku ji ber êrîşa terorîstan mal û halê xwe bi cîh hiştine û ewê wekî destkeftekî girîng ji bo Herêma Kurdistanê da zanîn ku bûye sedema wê yekê ku Kurdistan pêgeh û nav û dengekî bilind li asta cîhanê da bi dest bîne.

Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê eve jî xisterû ku Pêşmerge efsaneya DAIŞê têkşikand û welatê wan jî li zêdetir palpiştîkirina Herêma Kurdistanê de berdewam dibe û handana welatan jî dike ku li hevkarîkirin û palpiştîkirina Herêma Kurdistanê de berdewam bibe.

Li beranber da Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û spasiya gel û Serok û Cîgirê Serokê Amerîka kir ku gelek bi lez palpiştiya xwe ji bo gelê Kurdistanê ragihand û li gotarek de behsa çawayiya serhildan û geşbûna terorîstên Da'îş li rojavayê Iraqê kir û balkişand li ser wê yekê ku rûdawên Parîsê bi rûnî nîşan dide ku teror êrîşeke cîhaniye û hemû aliyek dike armanc û nabê tenê li ruyê serbazî ve şerê terorê bike belku li ruyê siyasî û fikrî ve jî pêwîste hemû aliyek bi ciddî rûbiruyê vê êrîşê bibin.

Her li vê kombûnê da di derbarê rewşa meydanî ya bereyên ceng û pêdiviyên hêzên Pêşmerge de guftûgo hate kirin û her wiha çawayiya hemahengiya zêdetirê di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan hate nirxandin.
 

Nûçeyên têkildar