Amerîka berdewam dibe li ser hevkarîkirina Hêzên Pêşmerge
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê John Allen kir û di wê hevdîtinê de, Allen anîn ziman ku hevkariyên Amerîkayê bo Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge di her warî de berdewam dibin.
Îro duşemê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Nûnerê taybet ê Serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê John Allen kir.
Di wê hevdîtinê de John Allen behsa serdana xwe bo navenda operasiyonên hevbeş kir û kêfxweşiya xwe ya li hember hevkarî û hemahengiya heyî ya di navbera aliyên têkildar ên Kurdistanê û welatên endam di hevpeymaniya nanvetewî de diyar kir ku karîne bi awayekî baş rojane hevkariya hevdu bikin û derbên dijwar li terorîstan bidin.
Allen herwiha spasiya Hêzên Pêşmerge kir ku karîne li hember terorîstên DAIŞê serkeftinên mezin bi taybetî li derdorê Şengalê bidest bixin û herwiha pirse û serxweşiyên xwe jî pêşkêşî kesûkarên wan pêşmergeyên qehreman kir ku di şerê dijî terorîstên DAIŞê de bi awayekî mêrxasane şer kirine û canê xwe fedaya Kurdistanê kirine.
Allen anîn ziman ku hevkariyên Amerîkayê bo Kurdistan û Hêzên Pêşmerge di her warî de berdewam dibin jiber ku metirsiya terorîstên DAIŞê gelek cidî ye û ji bo ji navbirina terorîstan jî pêwîst e ew hevkariya Pêşmerge bikin.
Li hember de jî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser navê gelê Kurd spasiya hikûmet û gelê Amerîkayê û herwiha hêzên hevpeyman kir û tekez li ser vê yekê kir ku Hêzên Pêşmerge pêdiviya xwe bo çek, cebelxane û perwerdekirina zêdetir heye.
Di beşeke din ya hevdîtina han de behsa peywendiyên navbera Hewlêrê û Bexdayê, lihevkirina navbera Hewlêr û Bexdayê hate kirin.




