Xaça Sor: Hevkariyên me bo dezgehên Kurdistanê yên mafên mirovan berdewam dibin
Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Berpirsê Komîteya Xaça Sor a Navnetewî kir û di wê hevdîtinê de, şanda mêvan eşkere kir ku hevkariyên wan bo dezgehên hikûmeta Kurdistanê yên tikildar bi mafên mirovan û girtîgehan de berdewam dibin.
Îro duşemê li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya berpirsê komîteya Xaça sor ya navnetewî Peter Maurer û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de şanda mêwan eşkere kir ku di serdana me ya dawî de me dît ku li Kurdistanê de di warê mafên mirova û nêzîkatiyên dezgehên hikûmetê û aliyên tikildar li hember girtiyan geleh pêşkeftinên baş hene û jiber vê yekê jî em spasiya hikûmeta Kurdistanê dikin.
Şandê herwiha eşkere kir ku hevkariyên wan bo dezgehên hikûmeta Kurdistanê yên tikildar bi mafên mirov û girtîgehan de berdewam dibin.
Şanda mêwan herwiha spasiya hikûmet û malbetên şehîd û hêzên pêşmerge kir ku karîne bi qehremanî şer li dijî terorîstên DIŞIê bikin û derbên dijwar li terorîstan bidin.
Şanda Xaça sor herwiha eşkere kir ku hewldanên wan yên bo hevkarî kirina hikûmeta Kurdistanê di warê gehandina hevkariyan bo wan Penaberan ku hatine Kurdistanê dom dikin û herwiha hevkariya wan Penaberan jî dikin ku dixwazên wegerin warên xwe.
Xaça sor herwiha biryar daye daku li Hewlêrê de navendek veke û ev navenda han bike navenda kar û çalakiyên xwe yên li Kurdistan û Iraqê de.
Li hember de jî Serokwezîrê Kuridstanê spasiya heyeta mêwan kir bo vê serdana han û amadehiya tevahiya dezgehên hikûmeta Kurdistanê jî bo hevkarîkirin li gel Xaça sor diyar kir.
Di berdewamiya civîna han de rewş û pêşhatin deverê jî bi awayekî giştî hatin nîqaşkirin.




