26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Emîrek û 17 çekdar hatin kuştin..Rizgarkirina Şingalê nêzîk bûye

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Eniya Şingalê ragihand ku, ji duhî ve derbeyên li giran li çekdarên DAIŞê didin û emîrek û 17 çekdarên DAIŞê kuştine û navçe di destê Hêzên Pêşmerge de ye, ku bi moralekî bilind bergiriyê li axa Kurdistanê dikin.

Emîd Baram Yasîn Fermandarê Eniya Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Duhî danê êvarî çekdarên DAIŞê êrişekî bihêz kirin ser sengerên Pêşmerge li nav Şingalê, lê Hêzên Pêşmerge bi giranî bersiva wan dan û êrişa wan têk birin û rê nedan wan ku pêşve bên, ku ziyanek mezin gehandin wan terorîstan.”

Yasîn wiha got: “Di wê êrişê de 6 termên çekdarên DAIŞê ketine destê Hêzên Pêşmerge, ku yek ji wan emîr e, bi nave Mihemed Mûsa Elîbî ye.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha domand: “Vê sibehê seat 7 balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî bi giranî li çeperên DAIŞê dan û di encamê de, 12 çekdarên wan hatin kuştin.”

Emîd Baram Yasîn Fermandarê Eniya Şingalê gotina xwe wiha qedand: “Ew gotinên ku dibêjin, DAIŞ êrişekî mezin dike ser Hêzên Pêşmerge, ne rast in, ji ber ku moralê Pêşmerge pir bilind e û hêza DAIŞê nemaye ku êriş bike. Planekî baş heye û niha tê nirxandin û di demeke nêzîk de navçe ji çekdarên DAIŞê tê paqijkirin.”
 

Nûçeyên têkildar