Nêçîrvan Barzanî: Serkeftin û pêşveçûnên Pêşmerge dê berdewam bin

Hewlêr-KDP.info- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen re tekez kir ku, pêwîstiya Hêzên Pêşmerge bi alîkariyên zêdetir heye. Herwiha tekez kir ku, serkeftin û pêşveçûnên Pêşmerge dê berdewam bin.
Duhî êvarî Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen û şanda pê re kir.
Di wê hevdîtinê de, Wezîra Almanya wiha got: “Welatê me rêz û hurmetekê mezin ji Hêzên Pêşmerge re digire, ku niha li şûna hemû cîhana azad şerê rêxistina DAIŞê dikin.”
Ursula Von Der Leyen wiha domand: “Şerê Hêzên Pêşmerge li dijî wan terorîstan pir bi bandor bû û piştrast kir ku, DAIŞ ne ew hêza ku nayê şikestin, yan jî jinav naçe.”
Leyen tekez kir ku, Almanya û cîhana azad dê li ser piştgîrî û alîkariya Başûrê Kurdistanê berdewam bin.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya xelk û Hikûmeta Kurdistanê li ser pêşkêşkirina alîkariyên leşkerî û mirovî, gehand şanda wî welatî û tekez kir ku, ew alîkarî pir bi bandor bûn di şer de.
Nêçîrvan Barzanî ji Wezîra Almanyayê re got: “Serkeftin û pêşveçûnên Pêşmerge dê berdewam bin, lê pêwîstiya me bi alîkariyên zêdetir ên leşkerî heye.”
Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyen duhî hat Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re hevdîtin pêk an




