26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Liqê yek û 18 yên partî bîreweriya şoreşa Îlûnê li xelkê Kurdistanê pîrozkirin

Çavkanî: KDP.info

Bi helkefta şoreşa11 Îlûnê liqê yekê partiya dîmokirata Kurdistanê beyannameyek derikirî ye û têda hatî ye ku li 11 Îlûna sala 1961 bi îrada gelê kurd û partiya pêşrew partiya dîmokirata Kurdistanê bi rêberayetiya Barzaniyê nemir meşxela mezintirîn û bi cemawertirîn şoreşa niştîmanî û neteweyî di mêjûya Kurdistanê da helkir û ev şoreşe bi despêka qûnaxeka nû ya xebata gelê Kurdistanê dihête hijmartin.

Liqê yekê partî di beyannama xweda diyarkirî ye ku şoreşa Îlûnê di demekê kurt da şiya xwe bi çespîne û rêzên xwe rêkibêxe û hemû pêkhat û ol û neteweyan di nav xwe de hembêz bike û bergiriyê ji maf û hebûna wan bike, li dûv ewa di vê beyannamê da hatî wesa diyarkirî ye ku ji encamê siyaseta rast û dirusta Barzaniyê nemir û bilindkirina diruşimê (yan Kurdistan yan neman) her dilsoz û kurdperwerekê li her parçeka Kurdistanê ev şoreşe bi şoreşa xwe dizanî û şoreş bo navenda belavbûn û çespandina hest û hişiyariya neteweyî û şoreşgêrî li seranserî Kurdistanê.

Dîsan di beyannameyê da hatî ye ku şoreşa Îlûnê şoreşa xuragirî û vejandina kurdayetiyê bû û qutabxaneyeka berfireh bû ku xelkê Kurdistanê têda fêrî wanên kurdperweriyê û dîmokirasiyê û fîdakariyê bûn û di sengerên xebatê da hizaran şehîd û qurbanî hatine dan û pêşimergên çeleng sedan dastanên qehremanane dijî leşikirê rijêmên Iraqê tumarikirin û di encam da hikûmeta Iraqê neçar bû penayê bibete ber dan û standinê ji serikirdayetiya şoreşê.

Di dirêjahiya beyannameyê da hatî ye ku di vê şoreşê da mezintirîn destkeftên siyasî bi dest ve hatin ewjî rêkeftinnameya 11 adara sala 1970 bû ku hikûmeta Îraqê bi fermî dan bi mafê utonomî da û armancên şoreşa Îlûnê ne bi tenê dabînkirina mafên rewayên miletê kurd bûyine belku dabînkirina aştî û dîmokirasiya hemû gelê Iraqê bûye.

Dîsan di beyannamê da hatî ye ku şoreşa Îlûna mezin li ser astê cîhanê jî şiya doza rewaya gelê kurd bidete niyasîn û ji berhemê xebat û qurbanîdana salan ya her du şoreşên Îlûna mezin û Gulana pêşkeftinxwaz evro destkeftên here mezin azadbûna xaka welatê me ye û serbora dîmokirasiyê ye li jêr sîbera alayê Kurdistanê û perleman û hikûmeta herêmê.

Li bîreweriya şoreşa 11 Îlûna mezin liqê yekê partiya dîmokirata Kurdistanê silav bu pêşimergên qehreman û tevaya şehîdên rêya bizava azadîxwaza Kurdistanê û serkêşê wan Barzaniyê nemir û Idirîsê herdem sax hinartine.
Her bi helkefta şoreşa Îlûna mezin liqê 18 yê partiya dîmokirata Kurdistanê li Amêdyê di birosikekê da germtirîn pirozbahî arasteyî serokê Kurdistanê Mesud Barzanî û serikirdayetiya partî û malbatên şehîd û hemû pêşimergên vê şoreşê kirîne kirîne, herwesa di birosika xweda liqê 18 amaje daye destpêka soreşa Îlûnê weku bersivek bo siyaseta tepeseriyê û hewên qirkirinê yên ji layê dagîrikerên Kurdistanê ve dihatine encamdan û behsî qaremanî û dastan û encamên vê şoreşê û dûv da şoreşa gulana pêşkeftinxwaz kirî ye ku evro nîv serbexoya Kurdistanê û perleman û hikûmet û sîstemê dîmokirasiyê li Kurdistanê damezirandîne.

Liqê 18 yê partiya dîmokirata Kurdistanê di birosika xweda pîrozbahî li xelkê Kurdistanê kirî ye û silav bo giyanê pîrozê tev şehîdên Kurdistanê û ser karwanê wan Barzaniyê nemir û Idirîsê herdem sax û hemû pêşimergên qaremanên şoreşa Îlûnê hinartine.

Nûçeyên têkildar