26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî: Şanaziye ku Hêzên Pêşmerge karîn DAIŞê bişkînin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, piştî hevdîtina digel Wezîra Parastinê ya Almanyayê Ursula von der Leyen ragihand, kurd pê serbilind in ku Pêşmerge di şer de DAIŞ şikandiye.

Wezîra Parastina Almanyayê Ursula von der Leyen îşev bi Serokê Herêma Kurdistanê re hevdîtin pêk anî.

Piştî hevdîtinê, Serok Barzanî û Leyen derketin pêşberî kamerayan. Serok Barzanî li ser serdana Leyen a Hewlêrê got, serdana Wezîra Almanyayê ya Kurdistanê nîşana bihêzbûna pêwendiyên navbera kurdan û Almanyayê ye.

Serok Barzanî li ser şerê Pêşmerge li dijî DAIŞê jî wiha got: “Ji bo gelê me serfirazî ye ku Pêşmerge kariye DAIŞê bişkêne.”

Serokê Herêma Kurdistanê li ser yekxistina hêzên Pêşmerge li Başûrê Kurdistanê jî ragihand, pêvajoya hevgirtina Pêşmerge beriya şerê DAIŞê dest pê kiriye û dê bidome jî.

Serok Barzanî ji Wezîra Almanyayê re got: “Pêşwîstiya Hêzên Pêşmerge bi alîriyên zêdetir heye.”

Mesûd Barzanî li ser bandora çekên ku Almanyayê dane Pêşmerge jî got, çek û perwerdeya Almanyayê di şer de bandora xwe nîşan dane.

Ursula von der Leyen jî diyar kir ku ew dê li ser alîkarî û perwerdekirina hêzên Pêşmerge berdewam bin û pisporên leşkerî yên zêdetir bişînin Başûrê Kurdistanê.

Leyen pesnê Herêma Kurdistanê da ji ber ku ewqas penaber di nav xwe de hewandiye.
 

Nûçeyên têkildar