25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê..Hêzên kurdî êrişek DAIŞê şikenandin..24 terorîst hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Neqîbê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Şêrwan Sipêndareyî ragihand ku, şevê din êrişek çekdarên DAIŞê ji aliyê Hêzên Pêşmerge û şervanên YPGê ve hat şikenandin û gellek çekdarên wan hatin kuştin.

Şêrwan Sipêndareyî Neqîbê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Îro heta radeyekê rewşa bajarê Kobanê aram e û ti pevçûnên mezin di navbera Hêzên kurdî û wan terorîstan de derneketiye, lê şevê din çekdarên DAIŞê li nêzîkî Kaşê Miştenûrê, êriş kirin da ku bigihên ser wî kaşî, lê ji aliyê şervanên YPGê û Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wê êrişê dan û ew terrorist şikenandin.”

Sipêndareyî wiha got: “Di şikenandina wê êrişa DAIŞê de, balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî rolek mezin dîtin û bi giranî li çeperên DAIŞê dan, lewma di encam de 24 terorîstên DAIŞê hatin kuştin.”
 

Nûçeyên têkildar