26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Giwêr.. Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva DAIŞê dan..2 tankên wan têk birin

Çavkanî: KDP.info

Giwêr-KDP.info- Çekdarên DAIŞê îro sibehê dîsa li gundê Sultan Ebdula êrişî Hêzên Pêşmerge kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva êrişa wan dan û ew şikenandin, herwiha zerer û ziyanek mezin gehandin wan.

Rêveberê îdareya Fermandariya Barzan Eqîd Nacî Siyamend ji KDP.info re ragihand: “Dîsa îro danê sibehê çekdarên DAIŞê li gundê Mela Ebdula yê Giwêrê êrişek mezin kirin ser Hêzên Pêşmerge, lê êrişa wan ser negirt, ji ber ku Pêşmerge bi tundî bersiva wan da û bi awayekî mezin ew şikenandin.”

Eqîd Nacî Siyamend wiha domand: “Hêzên Pêşmerge 2 tankên DAIŞê têk birin û termên wan li cihê şer man.”
 

Nûçeyên têkildar