Li Almanyayê agir berdan rojnameyê

Ajans-KDP.info- Hat ragihandin ku li Almanyayê li bajarê Hamburg avahiya rojnameya bi navê Hamburger Morgenpost agir pê xistine.
Berdevka polîsan Karina Sadowsky got ku saet dorê 02:00ê hin madeyên agirgir avêtine avahiya rojnameyê lê hêj agir mezin ne bibû tîmen vemirandina, agir temirandine.
Sadowsky anî ziman ku li ser vê yekê du kesên gumanbar jî hatine bincavkirin.
Hat gotin ku ji ber ti kes wê demê li avahiya rojnameyê nebûn ti zerera canî çênebû lê belgeyên arşîvê zerar dîtine.
Hamburger Morgenpost hejmara xwe ya roja pêncşemê de karikatorê ku kovara Charlie Hebdo yê derbarê Hz. Muhammed de çapkiribû, wê jî bi sere navê “Divê ew qas azadî jî hebe” weşandibû.




