26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê gihîşt Hewlêrê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen gihîşt Hewlêrê û ji aliyê rayedarên leşkerî û siyasî yên Herêma Kurdistanê ve hat pêşwazîkirin.

Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê Ursula von der Leyen, îro danê êvarê gihîşt Hewlêrê û li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Wezîrê Pêşmerge Mistefa Seyîd Qadir, Nûnerê Hikûmeta Kurdistanê li Almanyayê Dilşad Barzanî û hinek rayedarên din ên leşkerî û siyasî ve hat pêşwazîkirin.

Ursula von der Leyen, ku ev cara duyemîn e tê Başûrê Kurdistanê, dê bi berpirsên Herêma Kurdistanê û rayedarên leşkerî yên Başûr re hevdîtinan pêk bîne.

Almanya di şerê DAIŞê de yek ji wan welatan e ku him hêzên Pêşmerge perwerde dike him jî çekan dide wan.

Nûçeyên têkildar