Serok Barzanî: Terorîstan xwest rê li pêşkeftina Kurdistanê bigirin..Kurdistan ji Kobanê heta Xaneqînê şerê terorê dike

Hewlêr-KDP.info- Serokê Kurdistanê pêşwazî li Serokê Komîteya Xaça Sor a Navnetewî kir û di wê hevdîtinê de ragihand ku, terorîstan xwest bo ku rêya pêşkeftina Kurdistanê bigirin êrîş kirin lê terorîst ti car hizra vê yekê nedekirin ku gelê Kurd û Hêzên Pêşmerge bi vê rengî bersifa wan bidin.
Îro yekşem 11.01.2015 li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwazî li Serokê Komîteya Xaça Sor a Navnetewî Peter Maurer û heyeteke pê re kir.
Di hevdîtinê de Peter Maurer spasiya Serok Barzanî kir û behsa bûyer û pêşhatên bilez yên deverê û herwiha êrîşên terorîstan kir.
Peter di beşeke din ji axaftinên xwe de ji Serok Barzanî re got: “Xaça sor dixwaze çalakiyên xwe li deverên ku têde nakokî hene zêdetir bike lê bi mercek ku li gel guhertinên nû bigoncin.”
Peter di berdewamiya axaftinên xwe de jiber pêşwazî kirin ji hijmareke zêde Penaber û awareyan spasiya gelê Kurd û Serokê Kurdistanê kir û balkêşande ser çalakiyên saziya han bo gehandina hevkarî bo Penaberên ku li Kurdistanê de hatine bicîhkirin û got: “Xaça sor amade ye bo wegerandina wan Penaberan bo deverên azadkirî hevkariya Kurdistanê bike.”
Di beşeke din ya civîna han de Serok Barzanî jî bixêr hatina heyeta han kir û jiber kar û çalakiyên wan spasiya wan kir û piştgîriya xwe jî bo çalakiyên wan û hewlên wan bo hevkarî kirina Penaberan li Kurdistanê de diyar kir.
Serok Barzanî got: “Ciyê serbilindiyê ye ku Kurdistan bûye wargeheke aram bo Penaberên pêkhateyên din û Kurdistan heta niha li gor karînên xwe bêyî cudatî hevkariya tevahiya wan Penaberan kiriye lê jiber zêde bûna hijmara wan Penaberan hevkarî kirina tevahiya wan Penaberan karînên Kurdistanê derbas kiriye lewre Kurdistan pêşwaziya her aliyekî dike ku bixwaze hevkariya Penaberan bike.”
Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa destpêka derketina terorîstan û dagîr kirima Mûsilê ji aliyê terorîstan ve kir û got: “Kurdistan astengelek gelek mezin bûye li berdem terorê û terorîstan nikariye li deverê de pêşrewî bike lewma terorîstan jî xwest bo ku rêya pêşkeftina Kurdistanê bigirin êrîşî kirin lê terorîst ti car hizra vê yekê nedekirin ku gelê Kurd û Hêzên Pêşmerge bi vê rengî bersifa wan bidin.”
Serok Barzanî herwiha eşkere kir ku terorîst ku niha çekdên du artêşên du welatan di destê wan dene metirsîne bo ser tevahiya cîhanê lewre lazime tevahiya me bihevre şerê wan bikin û jinav birina wan jî pêdiviya xwe bi hewlên hevbeş heye.
Serok Barzanî got: “Kurdistan niha ji Kobanê heta Xaneqînê de şerê dijî terorê deye û berxwedan û qehremaniya Hêzên Pêşmerge û gelê Kurd di şerê han de hêjayê teqdîrê ye.”




