25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî û Cibûrî behsa şerê li dijî DAIŞê kirin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Serokê Parlementoya Iraqê telefûna Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî kir û herdu aliyan behsa şerê dijî DAIŞê kirin.

Îro Serokê Parlementoya Iraqê Selîm Cibûrî telefûna Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir.

Di peyvendiya han de Serok Barzanî û Cibûrî behsa rewşa siyasî û rewşa eniyên şerê dijî terorîstên DAIŞê kirin û Cebûrî jiber serkeftinên hêzên pêşmerge li hember terorîstên DAIŞê spasiya Serok Barzanî û Hêzên Pêşmerge kir.

Di beşeke din ya peyvendiya han de Cebûrî piştgîriya xwe jî bo gelê Kurd û Hêzên Pêşmerge diyar kir.

Nûçeyên têkildar