26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Nêçîrvan: Şandeke Herêma Kurdistanê dê biçe Bexdayê

Çavkanî: KDP.info

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand ku ew dijî wê yekê ne Bexda pirsa birîna para budceyê wek karteke guvaşan dijî herêmê bikar bîne, her wiha aşkere kir ku van nêzîkan şandeke herêmê dê biçe Bexdayê daku derbarê dayîna pereyên kompaniyên biyanî yên petrolê gotûbêjê bike.

Nêçîrvan Barzanî, duhî di kongreke rojnamegeriyê de li hotêla Rotana li bajarê Hewlêrê daxuyand, “Em dijî wê yekê ne Bexda pirsa birîna para budceyê wek karteke guvaşan dijî Herêma Kurdistanê bikar bîne.”

Barzanî got jî, “Em hêvîdar in Bexda hizra wê yekê neke bi her bihaneyek û sedemekê be budceya herêmê bibire, ji ber ev yek dê pirsgirêkan li Iraqê zêdetir bike û Herêma Kurdistanê bê bersiv nabe û ya pêdivî be dê bike.”

Derbarê dayîna pereyên kompaniyên petrolê jî, Barzanî got, “Li Herêma Kurdistanê hejmarek kompanî di warê petrolê de kar dikin û divê Bexda pereyên wan bide, niha em digel Bexda diaxivin û gotûbêjê dikin daku wan pere bide.”

Barzanî axaftina xwe wiha domand, “Bi baweriya min, ti bihaneyek ji bo wan gefên Bexdayê nîne, karên em dikin destûrî ne û gelek aşkere ne û ti pirsgirêkek tê de nîne û em amade ne bo her pişkinînekê ji her saziyekê be çi ji navxwe yan ji derve be.”

Li dor henardina petrola herêmê bo derve, Serokwezîrê herêmê got, “Henardekirna petrolê heta niha berdewam e û di van rojan de şandeke me dê serdana Bexdayê bike daku digel wan derbarê dayîna pereyên kompaniyan gotûbêjê bike û eger gihtine rêkeftinekê bêguman henardin dê berdewam be û eger negihine çareseriyekê jî em ê gavên din di vî warî de bavêjin

Nûçeyên têkildar