25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal.. Pêşmerge pişta DAIŞê şikenandiye..Rêyek serke li ser girtiye

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Parlamentterê berê yê Encumena Nûnerên Iraqê li Şingalê Mehma Xelîl ragihand ku, ji aliyê Şingalê ve Hêzên Pêşmerge pişta DAIŞê şikenandiye, ku rêyeke serke li ser girtiye û bi vê yekê çekdarên wan nikarin ji Mûsilê herin Sûriyê û bên wek berê.

Mehma Xelîl Parlamentterê berê yê Encumena Nûnerên Iraqê li Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Ji 2 rêyên sereke alîkarî û piştevanî ji DAIŞê re dihatin Şingalê, lê bi kontrolkirina rêya di navbera Tilefer bo Şingalê ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve, niha alîkarî û piştevanî naghên destê çekdarên DAIŞê û niha mijûle ku hemû rêyan bi yekcarî ji destê DAIŞê derxîne.”

Mehma Xelîl wiha got: “Rêyek din heye li rojavayê ku pêwîst e were kontrolkirin û bi vê yekê ti alîkariyek nagihê destê DAIŞê.”

Xelîl wiha domnad: “Hêzên Pêşmerge berdewam pêşve diçin û ziyanên mezin digihînin çekdarên DAIŞê û êdî rê nadin wan pêşve bên.”

Nûçeyên têkildar