Pêşmerge li nav Şingalê êrişeke DAIŞê tê bir

Şingal-KDP.info- Berpirsê Dije Terorê li Şingalê Lîwa Wehîd Kovelî ragihand ku, îro êvarî Hêzên Pêşmerge li nava Şingalê êrişk DAIŞê têk birin û ew şikenandin û ziyanek mezin gehandin wan terorîstan.
Lîwa Wehîd Kovelî Berpirsê Dije Terorê li Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Îro êvarî terorîstên DAIŞê li Bazara Jor û taxekê li nêzîkî navenda Şingalê gule avêtin û xwestin pêşve bên, lê yekser Hêzên Pêşmerge li wan kom bûn û bi tundî li wan dan û ziyaneke mezin gehandin wan.”
Kovelî wiha got: “Îro balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî çeperên DAIŞê li şingalê dan, lê heta niha ziyanên wan nehatine diyarkirin.”
Derbarê azadkirina yekcarî ya Şingalê jî, berpirsê Dije Terorê li Şingalê wiha got: “Em li hêviya fermana leşkerî ne, her katekê ew ferman derket, wê demê emê Şingalê bi temamî rizgar bikin.”




