125 çekdarên DAIŞê hatine kuştin

Mûsil-KDP.info- Ziyanên DAIŞê eşkere bûn ku, tenê ji Giwêrê de 100 termên DAIŞê gihîştine Mûsilê û ji hemû eniyan 125 kuştiyên wan hene, ew jî ji bilî termên ku li şûna xwe hiştin.
Îro terorîstên DAIŞê ji ber wan derbeyên ku Hêzên Pêşmerge li wan dane û 125 çekdarên wan hatine kuştin, rewşa wan têk çûye û moralê wan bi yekcarî têk çûye.
Berpirsê Ragihandina Liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê Seîd Memozînî ji KDP.info re ragihand:” Îro piştî ku çekdarên DAIŞê rastî şikestineke mezin li nahiyeya Giwêrê hatin, 100 termên xwe ji wir birin Mûsilê ku li ser destê Hêzên Pêşmerge hatibûn kuştin. Herwiha 16 çekdarên xwe gulebaran kirine ji ber ku reviyabûn.”
Seîd Memozînî wiha domand: “Herwiha li hemû eniyan 125 kuştiyên wan hene, ew jî ji bilî termên ku li şûna xwe hiştin.”
Hêzên Pêşmerge li eniyaNaweran li parêzgeha Mûsilê pilaneke DAIŞê ji bo pêkanîna êrîşekê pûç kirin.
Berpirsê Ragihandina Liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê wiha got: “Îro saet 07:00ê sibehê Hêzên Pêşmerge bi çekên giran ew koma çekdaran topbaran kirin û êrişa wan bi temamî têk birin.”




