26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Amerîka: DAIŞ ketiye rewşa parastinê

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Berdevkê Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê John Kirby got DAIŞê ketiye rewşa parastinê.

Kirby di daxuyaniya Wezerata Parastinê yê Amerîkayê (Pentagon) de ragihand ku rêxistina DAIŞê van demê dawî piranî ketiye rewşa parastinê de û dixwaze herêmên di destê xwe de, biparêze.

Kirby wiha got; “Niha DAIŞê dixwaze deverên ku di destê wan de biparêze. Di 6 mehên dawî de nêzîkî 700 kilometreyan erd ji destê wan hatiye derxistin.”

Kirby anî ziman ku balafirên hevpeymaniya navdewletî piranî êrişê herêmên di bin kontrola çekdarên DAIŞê de dikin û wiha got: “Niha her çi qasî jî herêmek mezin di bin kontrola wan de be jî, li gorî beriya çend mehan herêmên di bin kontrola wan de kêm bûne.”

Nûçeyên têkildar