26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Husên: Pêşmerge ziyanek mezin gehand DAIŞê..Navçe di destê Pêşmerge de ye

Çavkanî: KDP.info

Giwêr-KDP.info- Berpirsê liqa 2 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê ragihand ku, Hêzên Pêşmerge şevê din li sînorê Mexmûr û Giwêrê ziyanek mezin gehandin çekdarên DAIŞê û hemû navçe niha di bin kontrola Pêşmerge de ye, ku hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin.

Elî Husên Berpirsê liqa 2 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ji KDP.info re ragihand: “Şevê din agahî ketin destê me de, ku tevgera wan li Mexmûrê heye, lê di demeke kêm de  me li wan da û me ew şikenandin û ji wir reviyan.”

Husên wiha got: “Herwiha li aliyê Giwêr êriş kirin lê Hêzên Pêşmerge bi tundî kli wan dan û di nava kêmtir ji 2 seatan de me karî bera wan bidin û wê deverê paqij bikin.”

Berpirsê liqa 2 ya PDKê wiha domand: “Li sînorê Mexmûr û Giwêrê ziyanek mezin gehandin çekdarên DAIŞê û hemû navçe niha di bin kontrola Pêşmerge de ye, ku hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê hatin kuştin.”

Nûçeyên têkildar