26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çavkaniyekî ji Hêza Parastina Herêmê: DAIŞ çekên Mîlan bikar neanîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Jêderekî pilebilind a leşkerî li Fermanderiya Hêzên Parastina Herêmê ragihand ku, duhî êvarî terorîstên DAIŞê êrişekî berfireh li eniya Giwêrê kir ser eniyên Pêşmerge.

Ew êrişa berfireh bi dirêjahiya dehan kîlomitir li gundê Carla û Sultan Ebdula heta Giwêr ji aliyê terorîstên DAIŞê dest pê kir.

Di encama şer û berxwedaniyeke qehremanî Pêşmerge ku 16 seatan de li piraniya êrişên DAIŞê hatin têk birin û ziyanek mezin gehîşt wan terorîstan û gellek term li şûna wan man.

Heman jêder da zanîn ku çekdarên DAIŞê bi hemû hêza xwe di wî şerî de bikar anî, lê di encamê de rastî şikestinê hat û ji wir reviyan.

Herwiha wî jêderî red kir ku çekdarên DAIŞê çekên Mîlan bikar anîbe û da zanîn ku li gundê Sultan Ebdula şovelek û hemerk û barhelgirek bombekirî yên DAIŞê, beriya ku nêzîkî Pêşmerge bibin, ji aliyê Pêşmerge ve hatin teqandin.
 

Nûçeyên têkildar