25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kerkûkî: Hêzên Pêşmerge li sînorê Kerkûkê bi tundî bersiva DAIŞê dan

Çavkanî: KDP.info

Kerkûk-KDP.info- Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk – Dûbiz Dr. Kemal Kerkûkî ragihand ku, îro sibehê çekdarên DAIŞê li eniya wan êriş kirin ser sengerên Pêşmerge û Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan êrişan dan û ziyanek mezin gehandin wan terorîstan.

Dr. Kemal Kerkûkî Berpirsê Eniya Rojavayê Kerkûk – Dûbiz ji KDP.info re ragihand: “Îro seat 07:00 çekdarên DAIŞê êriş kirin ser sengerên Pêşmerge li navçeyên Til Werid û Riyaz û Mame û Elewêr û çend navçeyên din, da ku wan devera bixin destê xwe, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva êrişên wan dan û ziyanek mezin gehandin wan terorîstan û bi dehan terrorist li şûna xwe hiştin.”

Dr. Kemal Kerkûkî gotina xwe wiha qedand: “Di wî şerî de çekên ji core Doşke û Top û RBC hatin bikaranîn.”
 

Nûçeyên têkildar