Piştî Fransa, metirsî li ser Brîtanya heye
__2015_01_09_h20m37s56__RM.jpg)
Ajans-KDP.info- Grûpeke îslamî ya tundrew planê dike ji bo ku êrişên berfereh li dijî Brîtanya pêk bîne.
Rêveberê Giştî yê Saziya Îstixbarata Hundir ya Brîtanyayê Endro Barker ragihand: “Grûpeke îslamî ku ji Sûriyê vegeriyaye Brîtanya planê dike ku êrişên berfereh li dijî welatên rojava pêk bîne.”
Endro Barker di daxuyaniyekê de bal kişande ser metirsiya çekdarên tundrew yên ji Sûriyê vedigerin û got: “Hinek zanyarî li cem saziya me hene ku çend terorîstên rêxistina Qaîde li Sûriyê planê dikin ku êrişên berfeh li dijî welatên rojava pêk bînin.”
Barker diyar kir ku Brîtanya û hevparên xwe yên rojava dikarin her êrişeke wiha rawestînin.
Rêveberê Giştî yê Saziya Îstixbarata Hundir ya Brîtanyayê her wiha hêvî xwest ku saziyên li dijî terorê xwedanê desthilatên amade bin, ji bo diyarkirin û çavdêrîkirina gumanbaran.




