26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fermanberên Kurdistanê dê ligel ên Bexdayê mûçeyên xwe werbigrin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Li gor agahiyên ku ketine destê KDP.info, biryar e ku ligel dana mûçeyê fermanberên Iraqê, Fermanberên Herêma Kurdistanê jî mûçeyên xwe werbigrin.

Çavkaniyekî ji Wezareta Darayî ya Hikûmeta Iraqê ji KDP.info re ragihand ku, kêşeya mûçeyên fermanberên Iraqê çareser bûye û dê ligel dana mûçeyê fermanberên Iraqê mûçeyên xwe werbigrin.

Heman çavkanî da zanîn ku, di encama xweşbûna pêwendiyên di navbera Herêmê û Bexdayê de û rêkeftina di navbera wan de, ev pirsgirêk jî çareser bûye.
 

Nûçeyên têkildar