26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Fazil Mîranî: Da em hemû pendan bo xwe ji şoreşa Îlûnê werbigirin

Çavkanî: KDP.info

li Hewlêrê bi merasimeke girseyî ya berfire û bi beşdariya bi deh hezaran kes 51 saliya destpê kirina Şoreşa mezin ya Eylûlê hate bîranîn.

Di destpêka vê merasima han de ku, Nunerê Serok Barzanî Sîdad Barzanî û Sekreterê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê û herwiha hijmareke zêde ji Rayedarên din yên Kurdistanê tê de beşdarbûn, gotara civeta Serokatiya PDKê ya Hewlêrê hate pêşkêş kirin.

Piştî bi dawî hatina gotara civata Serokatiya PDKê ya Hewlêrê, Sekreterê mekteb siyasiya PDKê Fazil Mîranî jî gotarek pêşkêş kir û behsa rol û girîngiya Şoreşa Eylûlê kir û giringiya behskirina van renge bîreweriyan bo nevyên nû. Eva li xwarê jî deqa peyva wî ye:


Bi navê xwedê mezin û dilovan

Xûşik birayên xuştivî... Pêşimergeyên şoreşa Îlûna mezin... Genicên şoreşa gulana pêşkeftin xwaz... Genicên Hewlêra xweştivî ya serihildana pîroz.

Dema bîreweriya şoreşa Îlûnê dikin, ku xelkekê zor ji serikirde û pêşimerge û kadir û welatiyan serê xwe li ser danaye û evro li gel me nînin, xelkekê zor jî ku pişkdarî di wê şoreşê da kir û evro dîmenên wan li ber çavên mene, yên bi nav sal ve çûyin û jyê xwe yê birî da ku bigehîne evro, belê xelkekê zor jî yê hey ku pêdivî ye bizanin li şoreşa Îlûnê çi hebûye.

51 salan berî niha û weku evro, hikûmeta dîktatura Îraqê ku neşiya armancên şoreşa temozê berçav werbigire û mafê welatîbûnê û bin pê kirina destûrî û hevpişkiya kurdan weku neteweya duwê li Îraqê berçav werbigire, rêya xwe bire ber çek û firoke û asin û agirî, da ku bersîngê kurdan bigire û miletê kurd neçar biket û nedişiya jîwarê di salên sîhan û çilan da, ji şoreşên Barzan û paşan damezirandina partî dîmokiratî Kurdistan, qebûl biket.

Barzaniyê nemir û hevalên wî di damezirandina partî dîmokiratî Kurdistan da zulma li ser miletê xwe kire nasnameyek bo dane niyasîna miletê xwe di çiwar çuvê cîhanî da.

Her di wî demî da, partî dîmokiratî Kurdistan û Barzaniyê nemir hizir li wê çenda kir, ka dê çawan bersîngê vê zoriyê girin. Şoreşa 11 î îlunê weku evro, destpêkirina qebûlnekirina wê zoriyê bû ya ku li ser axa me dihate kirin.
Naveroka şoreşa Îlûnê bi tenê berevanî ji bûna xwe nebûye, belku sal bo sal şoreşa Îlûnê hizra civakî û xwêndin û xizmetkarî û xwe birêvebirin û dest bi vekirina qûtabxane û vekirina bingehên saxlemiyê û hikûmî û dadgehê weku xwe birêvebirin di şoreşê û di axa xwe ya azad da bû. Ew bû li 11 î adara 1970 hikûmeta Îraqê bi fermî dan bi mafên miletê kurdan kir, otonomî bo kurdan di îraqeka firenetewey da.

Hevalên berêz... Şoreşa golanê berdewamiya bîrokeya şoreşa Îlûnê û bersînkgirtinek bû, bo niskoya 1975 , derencamên vê xebata dûr û dirêj, serihildan dirust kir û evro em xwedan hikûmeteka fîdiralîn li Îraqê. Evro jî partî dîmokiratî Kurdistan mil bi milê hemû ayin û netewe û layenên dî xwe birêve dibet û ahengan digêre, siyaseta pêk vejiyanê bo partî ne tiştekê nûye, her ji destpêka partî li ser demê Barzaniyê nemir ev siyasete hatî ye peyirewkirin.

Genican... Xûşik birayan... Ewa evro hatî ye pêş, ya kurd dibîne û bikar dîne, berhemê vî miletî ye û hindek li ser vê çendê hatine şehîdkirin û hindek jî di berdewamin. Erikê heweye di van kawdanan da, bi zanîn û şiyanên xwe vî welatî pêşve biben û pêk vejiyanê bikine durîşmê xwe, xwe ragirtin û parastina destkeqtinan bikine armanca îstiratîca xwe ya polayî bo dûmahî wêstgehê şemendefira xebata netewayetî.

Pîrozbe azadî li kurd û Kurdistanê... Pîrozbe bîreweriya 51 saliya Îlûna mezin ku şoreşa kurd û Kurdistanê bû, bila em hemû, pendan ji vê şoreşê werbigirîn da ku emin û asayşa vî miletî û pêkhateyên wî bi parêzîn û ber bi ayindeyekê gestir û serferaztir bibeyin. Her bijît kurd û bijît Kurdistan her şad û bextewer bin.

Nûçeyên têkildar