Şeşo: Em dikarin di nava kêmtir ji 48 seatan tevahiya Şingalê azad bikin

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ragihand ku, Pêşmerge bi pilanekî leşkerî baş dikarî di nava 48 seatan de tevahiya Şingalê azad bikin. Herwiha da zanîn ku Serok Barzanî rolek wiha mezin bo kurdên êzîdî dît ku qet nayê jibîrkirin.
Qasim Şeşo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Niha şer li nav Şingalê berdewam dike û Hêzên Pêşmerge pêşve diçin û çendîn cihên girîng azad kirine, her demekê ku pilaneke baş ji me re hat, emê karibin di nava kêmtir ji 48 seatan de tevahiya Şingalê azad bikin.”
Şeşo wiha got: “Çekdarên DAIŞê ji tirsa lêdana Pêşmerge û balafirên şer agir vêdixin da ku dukel çê bibe û ew neyên dîtin û moralê wan bi yekcarî têk çûye û yên ku li hinek cihan mane, ew terorîstin yên ku madeyên hoşber bikar tînin.”
Wî fermanberê Pêşmerge wiha domand: “Serok Barzanî ji nêzîk ve serperiştiya şerê Şingalê dike, vê yekê jî hiştiye ku serkeftinên mezin werin pêkanîn, ji ber ku Serok rolekî wiha mezin bo kurdên êzîdî dît ku qet nayê jibîrkirin.”




