26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Qasim Dirbo: Pêşmerge serdikevin..Bi tundî li DAIŞê didin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Dirbo ragihand ku, terorîstanê DAIŞê li sînorê Şingalê bi yekcarî bêhêz bûne û çekên wan kêm bûne, herwiha çekdarên biyanî bi aliyê Mûsil û Sûriyê ve direvin.

Qasim Dirbo Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Li sînorê Şingalê terorîstên DAIŞê pir lawaz bûne, bikarin li ber xwe bidin, lewma berê xwe didin ber kiryarên xwekûjî  dixwazin bi otomobîlên bombekirî zererê bighînin Hêzên Pêşmerge, lê Pêşmerge ji hemû aliyekî serbazî ve serkeftî ne û hemû kaş û gir di destê wan de ne û ji hemû aliyekî ve bi tundî li çekdarên DAIŞê didin.”

Dirbo wiha got: “Terorîstên DAIŞê li wî sînorî çekên giran di destê wan de nemane, lewma çekdarên biyanî piraniya wan direvin Mûsil û Sûriyê, yên ku mane xelkê eşîretên Tilefer û Mitîtinê ne û yên ku direvin jî em ji pişt li wan didin û wan dikûjin.”
 

Nûçeyên têkildar