Şingal.. Pêşmerge 2 emîr û 35 çekdarên DAIŞê kuştin

Şingal-KDP.info- Fermandarê Eniya Şingalê Behram Erîf Yasîn ragihand ku, Hêzên Pêşmerge îro jî bi tundî li çekdarên DAIŞê dan û tenê şevê din 2 emîr û 35 çekdarên wan hatin kuştin. Herwiha da zanîn ku ew bi ti awayî rê nadin DAIŞê li ser axa Kurdistanê pêşve bên.
Behram Erîf Yasîn Fermandarê Eniya Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Îro rewşa Şingalê heta radeyekî aram bû, lê şevê din terorîstên DAIŞê bi hemû hêza xwe êriş kirin ser me, lê yekser Hêzên Pêşmerge li wan dan û ew şikenandin û ziyanek mezin gehandin wan.”
Emîd Behram Erîf Yasîn wiha got: “Di şerê şevê din de, Pêşmerge 2 emîrên DAIŞê bi nave Ebû Hesen Misrî û Ebû Muitesim Lîbî û 35 çekdarên din kuştin.”
Wî fermandarê Pêşmerge wiha domand: “DAIŞ di şerê duhî de nas kirin ku, ew nikarin xwe li ber Pêşmerge bigrin.”
Herwiha Yasîn tekez kir ku, “Tenê Hêzên Pêşmerge li eniya pêşî ya şer e û ti hêza din li wir nîne.”
Yasîn gotina xwe wiha qedand: “Hemû cihên setratejîk di destê me de ne, em nahêlin carekî din DAIŞ di nav axa Kurdistanê de pêşve bê, ji ber ku Pêşmerge ew şikenandin û ew lawaz kirin.”




