26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Mesiror Barzanî: Çi kes nikare Silêmaniyê ji partî cuda bike

Çavkanî: KDP.info

Duhî sêşemê endamê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî bi minasebeta beşdarî kirin di ahenga bibîranîna 51 saliya Şoreşa mezin ya Eylûlê serdana Bajarê Silimaniyeyê kir.

Merasima bibîranîna 51mîn salvegera destpêkirina Şoreşa mezin ya Eylûlê li Bajarê Silimaniyeyê bi deqîqeyek rêz girtin ji Şehîdên Kurdistanê û herwiha xwendina marşa netewî ya Ey Reqîb destpê kir.

Di vê merasima han de ku, bi deh hezaran welatî beşdar bûn, çendîn peyv û gotar hatin pêşkêş kirin û Endamê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî jî gotarek pêşkêş kir têda amaje da wê çendê ku rêzigirtin li mêjûyeka tijî serwerî, rêzigirtineke li xwîna bi hizaran şehîdên bi dersokên sor û şîn bin ax kirîn. Ew çende jî da zanîn ku peywendiya di navbera partî û Silêmaniyê da, peywendiyeka ruhî û meinewî ye, çu hêz nikare Silêmaniyê ji partî cuda bikin. Derbarey wan hêrişên li ser partî jî dihêne kirin got: (peyama partî beramber wan hêrişan ewe ku em li cihê jêkivebûnê û cudakirinê, daxwaza yekgirtin û yekirêzyê û tenahiya Kurdistanê dikin). Eva li xwarê jî deqa peyva wî ye:

 


Bi navê xwedê mezin û dilovan

Xûşik û birayên berêz û xweştivî, cemawerê qareman û xoragirê bajêrê Şêxê nemir, amadebûyên hêja, gelek bi germî bixêrihatina hemû layan dikim û supasiya amadebûna hewe dikim.

Bi rastî demê hewe dibînin, dilê me xweş dibe, bi taybet amadebûna hewe li vêre li ber vê germê, eve cihê serberzyê ye bo me û şanazyê pê dikin ku evro li gel hewe di vê bîreweriyê da yê pişkdarim.

Bo min cihê bexteweriyê ye û hest bi şanazyê dikim ku evro li gel hewe li bajêrê Helmet û qurbaniyê bîrweriya 51 saliya şoreşa Îlûna mezin sax dikin. Şoreşa Îlûnê mezintirîn şoreş bûye di mêjûya hevçerxa gelê me da. Şoreşek bûye ku li seranserî Kurdistanê her ji xaneqîn heta ku zaxo pişkdarî têda kirî ye. Hêlînek bûye bo hemû azadîxwazên kurd li cîhanê, çi li Kurdistanê yan Îraqê yan li deverê û çirîska omêdê bûye bo hemû xebatkarek û azadîxwazekî li hemû parçeyên dî yên Kurdistanê. Şoreşa Îlûnê bizaveka netewey û niştîmanî bû, li jêr serikirdayetiya partî dîmokiratî Kurdistan û cenabê Barzaniyê nemir, ewê şiyayî hemû Kurdistanê bikete yek parçe û destkeftên mezin bo me bi dest ve bîne û bo cara yekê bi rengekê fermî mafên gelê me bi dest ve bîne. Şoreşa Îlûnê çi li deverê û çi di meydana nêvdewletî da, şiya kêşeya Kurdistanê bo astekê dî bilind biket û pênaseyeka taybet û fermî bo kurd û Kurdistanê di ferhenga cîhanî da bi sepîne.

Her çende şoreşa Îlûnê bû qurbanî pîlaneka mezin ya navdewletî, çunku serikirdayetiya wî serdemî û bi taybetî cenabê Barzaniyê nemir amade nebû misawmê li ser yek buhosta vî welatî û bi taybetî Kerkûka dilê Kurdistanê biket, belê ev şoreşe bû qutabxaneyek bo bi sedan şoreş û şoreşêgirên vî welatî û vê axê ku berdewamiyê bi şoreşê biden û bi fîdakarî û mandûbûna wan şiyan serihildanê bikin û hikûmeta herêmê û perlemanê Kurdistanê bi damezirînîn û paşan jî fîdiraliyetê di distûrê herdemiyê Îraqê da bidanin. Şoreşa Îlûnê qutabxaneya xoragirî û fîdirakarî û viyan û rêzigirtinê bû, hemû çîn û tiwêj û hemû ayin û neteweyek yên ku di vî welatî da dijîn, li jêr sîbera wê kombûn. Di vê şoreşê da, xebateka yekcar zor hate kirin û xwîneka yekcar zor hate rêtin, lewra divêt rêz li xebatkerên qaremanên vê şoreşê bihête girtin û serê xwe bo şehêdên wê û hemû şehîdên kurd û Kurdistanê biçemînîn.

Rêzigirtin li mêjûyeka husa tijî serwerî, rêzigirtine li hizarehan şehîdên ku bi dersokên sor û şîn ve bin ax kirîn û bi xwîna wan, erda vî welatî hatî ye avdan, her ji ber hindê jî me pitir hez ji welatê xwe kir û mêjûya me jî pîroztir e.

Bajêrê Silêmanêy çi li şoreşa Îlûnê û çi jî li şoreşên bi dûv da, li berahiyê bûye, di xebat û xoragiriyê da. Bi sedan genicên vî bajêrî ji bo kurdayetî û rêbaza pîroza partî û Barzanî da giyanê xwe ji dest daye û hatine sêdaredan. Peywendiya di navbera partî û Silêmaniyê da, peywendiyeka ruhî û meinewî ye, çu hêz neşên Silêmaniyê ji partî cuda bikin.

Xûşik û birayan... Her di vê şoreşê da bû, cenabê serok Mesud Barzanî çekê şeref û merdayetiyê helgirtî û bûye pêşimerge. Her ji wî serdemî heta niha bê rawestiyan xebat ya kirî û yê li gel me bûy û bûye remzê wefadarî û rastiyê û bûye cihê baweriya hemû xelkî Kurdistan û niha jî serokê vê herêmê ye û baweriya pitiriya xelkê Kurdistanê li gele.

Cenabê serokî her ji destpêkê û heta niha yê berdewam bûye ji berevanîkirin û daxwaza mafên rewa yên gelê me û berdewam bûne û dê di berdewam bîn, heta ku dûmahî armancên xwe. Demê behsê vê mêjûyê dikin, behs li vê qurbanî danê dikin, li vê serweriyê dikin, behs li şoreşa Îlûn û partî dikin, bi rastî cihê bo partî şanazyê ye ku xwedana vê mêjûya tijî serwerî ye û bo me jî cihê şanazyê ye ku em partî bîn.

Hevalan... Mêjû gelek ya diyar e, her demê partî ya bi hêz be, Kurdistan seqamgîrtir û aramtir bûye û her demê partî tûşî niskoyan bibe, Kurdistana me talan û wêran bûye. Partî serkêşa bizava rizgarîxwaza Kurdistanê ye, ji bo aştî û tenahî û seqamgîriyê û bicihînana mafên rewa yên gelê me, dê ya berdewam be. Her ji ber hindê jî partî niha ya kefitî ye ber hewa hêrişên necamêrane. Piştbestin bi xwedê, partî kesanên weku hewe hebin, minet bi çu nîne. Beramber hemû pîlan û bernameyên dujmnan bernameyê xwe yê hey. Peyama partî beramber wan hêrişan ewe ku em li cihê jêkivebûnê û cudakirinê, daxwaza yekgirtin û yekirêzyê û tenahiya Kurdistanê dikin. yekirêzî û yekhelwîstiya hemû hêzên siyasyên Kurdistanê bi taybetî partî dîmokiratî Kurdistan û yeketî niştîmanî Kurdistan girentiya serekî ye, bo serkeftina vê axê û vî welatî.

Pêdivî ye em hemû pêk ve bîn û pêk ve pênigavan bihavêjîn, bo asoyeka rohintir û bizavê bikin, ewa heta niha me hey û bi dest me kefitî, biparêzîn. Partî bizaveka cemawerî ye û ya ji nav xelkî, bo xelkî dirust bûy, her ji ber hindê rûyê min li hember kardên partî dîmokiratî Kurdistane û daxwazê ji hewe dikim li ser binemayyên rêbaza pîroza Barzaniyê nemir û rênimayên cenabî serok Barzanî, têkelî xem û azar û keyif û şadiya xelkî bin. Ji xelkî di nêzîk bin, çunku heke xelk yê ji me nêzîk be û cemawer li gel me be, çu hêz neşên beramber partî bi rawestin.

Hevalên xweştivî... Li vêre bi pêdivî dizanim daxwazê ji hikûmet û destelatê bikem ku nêrîneka mezin li ser binemaleyên şehêdên ser bilind bikineve û jiyaneka aram bo xêzanên wan û xêzanên pêşimergeyan dabîn bikin. Hîvîdarim genicên me jî bi hizra netewey bihêne perwerdekirin û hîvyên wan bicih bihên û hest bi aramî û xweşyê bikin û hemû pêdivyên jiyanê bo dabîn bikin. Ewa dişiya evî welatî ber bi pêşve biben û van destkeftan bi parêzîn, hêza genicên me ye.
Li vêre xûşik û birayan... Min divên rû bideme genican û xûşik û birayên xwe ku hûn xwedanên vî welatî ne û xwedanên van destkeftanin û hûn dişên van destkeftan bi parêzin. Ez bi erikekê aynî û netewey dizanim ku hemû genicek, hemû takek li vî welatî di astê berpirsatiyê da be û başî û xirabyê jêk cuda biket, ewên xemxor û dilsozên vî welatî, ew yê amade ye xwe ji bo vî welatî û netewey da giyanî ji dest bidet û xwe cuda biket ji ewên çavên xwe şûr dikin û bi tinê genican bi kar dînin bo mebestên bertengên xwe.

Ezê piştrastim ku genicên me di rewşenbîrin, belê di rewşenbîrîn û dizanin evroya Kurdistanê di çu arasteyekî ra dibore. Rojihelata naverast di guherînên bi lez da dibore û pêdivî ye em hemû bo parastina van destkeftan û desteberikirina wan û dîtina ayindeyekê bo nevyên dahatî pêk vebîn û yekirêz bîn, yek helwîst bîn û bi tinê bo berjiwendiyên bilindên gel û netewey kar bikin.
Hevalan... Pêdivî ye em rêzê li mêjûya tijî serwerî ya xwe bigirîn û waneyan jê werbigirîn, da ku nevyên dahatî rêzê li xebata me ya evro bigirin.

Xûşik û birayan... Li dûmahiyê careka dî, sipasyên bê sinor pêşkêşî hewe dikim bo amadebûna hewe û hîvîdarim alayê partî herdem yê birisqedar û bilind be, hûn jî her sax û serkeftî bin û her bijîn bo kurd û Kurdistanê.

Nûçeyên têkildar