Nêçîrvan li Duhokê: şoreşa 11 Îlûnê yekbûna gelê Kurdistanê kire rastî

Li Dihukê bi minasebeta bîranîna 51mîn salvegera destpê kirina Şoreşa mezin ya Îlûnê merasimeke girseyî hate organîzekirin.
Di vê merasima han de ku, bi deh hezaran welatî tê de beşdarbûn, piştî deqîqeyek rêz girtin ji Şehîdên Kurdistanê re û herwiha xwendina marşa netewî ya Ey Reqîb, çendîn gotar û peyv hatin pêşkêşkirin û pişt re jî Cîgirê Serokê Partiya demokrata Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir û behsa girîngiya Şoreşa Îlûnê bo Gelê Kurd û destkeftên vê Şoreşa mezin kir. Eva li xwarê jî deqa peyva wî ye:
Bi navê xwedê yê mezin û dilovan
Hêjayan cemawerê xuragirê Duhoka xweştivî û amadebûyên berêz
Hemû layek bi xêr bên serçavan û ser seran, pêxuşhalim careka dî li gel heweyên berêz beşdariyê dikim li bîreweriya 66 salan ya damezirandina partî dîmokiratî Kurdistan û şoreşa Îlûnê, ez vê delîvê bi furset dizanim ku pîruzbahiyên xwe li hemû gelê Kurdistanê bikem, rêz û qedrzanî bo giyanê pakê hemî şehîdên Kurdistanê dubare bikineve û bejna xwe biçemînîn bo wê xebat û xizmet û mandîbûna hemî miletê kurd vêkira encam day bo gehiştina me bo evro, her bi vê helkeftê serê rêzê bo yekem şehîdê Îlûnê dadinîn ewî jî şehîd (Heme telanî) ye ku hatî ye niyasîn bi yekem şehîdê şoreşa Îlûnê, bîrihatina wan hemî qehreman û şoreşgêr û pêşimergan dikin ku bi şev û roj xizmet kirî û mandîbûy û şehîd bûy, bo hindê da evro azadyê bo miletê xwe bicihbîne, xûşik û birayên xuştivî, di rojeka weku evroda li sala 1961 ê piştî ku hikûmeta Ebdulkerîm qasim daxwazyên gelê kurd bicihneynayin, serok Mistefa Barzanî û partî neçarbûn dest bidene şerê çekê şeref û xebat û bergiriyê bo azadiya kurd û Kurdistanê, ew roje rojeka mêjûye, ne bi tinê çunku serok Barzanî û pêşimergeyên wî dest bi xebatê kir, giringiya 11 ê Îlûnê vedigere bo hişiyariya miletê kurd piştî bêdengiyeka dirêj li hemî parçên Kurdistanê, mezinahiya cenabê Barzanî û pêşimergê wî ji evê hişiyarikirinê dihêt, hemî xelkê Kurdistanê hemî kurdperwer ji vê şoreş û azadyê hişiyarbûn û berhemê ewê hişiyariyê hêşta evro li Kurdistanê berdewame, berhem û encamên wê azadiya Kurdistanê avedanî û pêşkeftina miletê me bûye, şoreşa Îlûnê şoreşa hemû xelkê Kurdistanê bû, şoreşa hemî nîştmanperwerên Kurdistanê bû, raste ev şoreşe bi navê partî dîmokiratî Kurdistan destpêkir, lê hemî xelkê Kurdistanê têda beşdarbûn, yê kadir û nekadir, yê pêşimerge û nepêşimerge, yê partî û nepartî, ev serihildana giştî serihildana miletê kurd bû, serihildana miletekê bindest bû bo azadî û rizgariya welatê xwe, di şoreşa Îlûnê da bo yekem car yekbûna neteweya kurd û hemî gelê Kurdistanê bûye rastiyeka xebata gelê kurd, şoreşa Kurdistanê ji çarçûvên eşîretî û navçeyî û parçe parçeyî derikefit û bû şoreşeka seranserî li Kurdistanê, her ji zaxo heta xaneqîn. Barzaniyê nemir ew şeref hebû ku hemî civata gelê me li bin yek ala kom biket bo xebatê û bo rizgariya miletê me, vê yekgirtinê piştî hîngî li şoreş û xebata parçeyên dî yên Kurdistanê û hizbên dî jî rengdayeve, wate partî û Barzanî çirayê yekbûna kurd û kurstanê û helbûna meşxelê şoreşekê bûn ku hemî miletê kurd bi yek deng li gel wan pişkdarî kir, û bê şik evro jî miletê me rêyê nadet ku çu cara ev ronahî ye ji nav biçe û bi hewil û qiwetên xwedê dê genicên vî welatî di berdewam bin li xebat û têkuşînê, bo gehandina peyama Barzanî, peyama partî ew jî cêbecêkirina azadyê û serfiraziya zêdetire bo netewe û miletê me li her cihekî. Sîfetekê dî yê giring li şoreşa Îlûnê ku li çu şoreşeka hevçerx da nehatî ye dîtin, dijayetiya tîror û tundutîjyê dijî xelkê medenî bûye,
şoreşa Îlûnê ew şeref hebû di mawê şoreşê da ku 14 salan vekêşa, yek haletê tîrorê dijî xelkê medenî nehate encamdan, mecalê hindê nehate dan ku ev serihildan û ev xebata miletê me bo bidestiveynana mafên xwe bibe xebatek, bibe dujmnatiyek dijî birayên me yên ereb di Îraqê da, belku eve şerê azadyê û şerê serfiraziya miletekî bû dijî dikitaturiyetê bo gehiştin bi mafên xwe yên rewa di çarçûvê Îraqê da, hîngê û evro jî bi dîtina me xebat bo azadiya mirovî ye, bo rizgarikirina Kurdistanê ye, ne bo tîrorê ye, ne bo kuştinê bûye û ne bo wêrankirinê bûye, miletekê bindest daxwaza mafên xwe kirî ye û xebat kirî ye bo bidestiveynana wan, ev rengê xebatê bo miletê kurd rêz û hurmeteka zor di nav hemî duniyayê da peydakir û dustên gelê me zêdetir kirin, evro cihê şanazyê ye em bêjîn ku çu wextekî xebata miletê me dest bo tundutîjî û tîroê bo bidestiveynana mafên xwe nebirî ye, eve cihê şanazyê ye bo partî ku serikirayetiya wê şoreşa mezin û bo parastina miletê me, parastina birayetî û dostatiya miletan Kurdistan li ser demê şoreşa Îlûnê kire mal û kire penagehek bo hemî şoreşgêrên kurd–Ereb di vî welatey da. Şoreşa Îlûnê, şoreşa xelkê Kurdistanê dijî zurdarî û stema destelata bexda bû, lew şer di nav xelkî da ji astê leşikirî qet derbaz nebû, eve serfirazî ye, serfiraziyeka mezin bû di şoreşa Îlûnê da.
Rêzdaran li bîreweriyeka husa pêdivî ye em li ser rewşa herêmê û Îraqê û rojihelata navîn rabiwestîn, li serdemekî ku şoreşên cemawerî û xebata medenî karîgeriyeka mezin li ser naviça rojihelata navîn dirustkirî ye, gelê Kurdistanê bi sehldana adara 1991 ê bûye pêşeng bo sehldana cemawerî li rojihelata navîn, niha jî em dibînîn xebata medenî û dan û standinê encamên giring bo gelên nawiçeyê heye, bo rojihelata navîn ya nwî ku çu netewe têda bindest nemînin, li Kurdistanê em ji her wextekê dî pitir pêdivî bi yekirêzî û yekgirtina navimaliya Kurdistanê heyne, da bişêyin li gel pêşihatê taze serederiyê bikin û bişên pênigavên baştir bihavêjîn bo paşerojeka geş bo miletê xwe, li gel Îraqê me hîvî ye distûr û dan û standin li gel niyeteka pakij hemî astengan raken û kelitûrê gefan û şeran êdî nemîne, wek zimanê dan û standinê di navbera gelê Îraqê da bibe kelitûrê me hemiyan, me pêk ve gelek azar û nexweşî ji dikitaturiyet û şerî dîtîne,
hîvîdarîn diyaluk bi tinê bibe zimanê têkigehştinê li vî welatî, xelkê evî welatî hejî azadî û aştî û xizmetguzariya zêdetir e, li astê rojihelata navîn û cîhanî siyaseta me herdem li gel tebayî û aştî û birayetî bûye û me herdem bizav kirî ye bo birayetiyê û me destê hevalîniyê bo wan miletên dirêj kirî ye ku kurd di navida dijîn, Kurdistan û bizava rizgarîxwaza Kurdistanê herdem mala hemiyan bûye, xîvetek bûye cihê hemiyan têda hebûye, me li Kurdistanê û bi taybetî li nav partî dîmokirtî Kurdistan da hemî reng û netewe û boçûn helgirtîne û pêk ve ber bi armancên hevpişk birîne, ji ber vê çendê herdem me şiyan hebûne xwe li gel serdemî biguncînîn û serkêş û pêşeng bîn bo xebatê, bo armancên nîştmanî û netewey yên miletê kurd, hîvîdarim niha jî peyama partî dîmokiratî Kurdistan û peyama wejî peyama yekirêziya miletê me be û pêk ve karkirin be bo bi destiveynana wan mafên ku eve 66 sale xebat bo dihête kirin û qurbanî bo dihête dan û şehîd ji bo wê hatine dan û xelk ji bo wê dihête şehîdkirin, careka dî ez vê bîreweriyê li we pîroz dikim,
hîvîdarim kadirên partî erikê ser milên xwe bizanin, ew jî eve ye, pêdivî ye zêdetir di nav cemawerî da bin û xizmeta miletê kurd bikin, mezintirîn sermayê partî xebata wê ye, piştgîriya miletê kurde bo partî, partî di xebata xwe da nekiseyeka mezin tûş bû sala 75 ê da ji encamê miwamireyeka mezin şoreşa kurdî şkest, ew tiştê careka dî partî êxistî ye ser pêt xwe tenha yek tişt bû, piştevaniya cemawerê kurd bû bo partî ku partî şiyayî careka dî bikeve ser pêt xwe, evro jî careka dî pêdivî ye kadirê partî di nav hikûmetê da, kadirê partî di nav hizbê da li her cihekê Kurdistanê be pêdivî ye xwe bi xizmetkarê vî miletî bizane, pêdivî ye bizane sermayê berdewambûna partî van hemî salan piştevaniya cemawerî bûye, û tenha û tenha partî dê şêt bi piştevaniya vî cemawerî jiyana xwe ya siyasî di Kurdistanê da berdewam be, evro di Kurdistanê da bo yeklakirina her kêşeyekê di welatê meda me behsê sinduqên dengdanê kirî ye, me behsê hindê kirî ye ku pêdivî ye arîşên me di rêya sinduqên dengdanê da bihêne yeklakirin,
serokê partî ev hizir li sala 92 ê pêşiniyaz kir ku pêdivî ye kêşeyên Kurdistanê bi helbijartin bihêne yeklakirin, ev sîsteme, sîstemê Kurdistanê ye, ew şeref her bo partî ye ku ev hizirî ye di destpêkirinê de ji aliyê serok Barzanî hatî ye pêşiniyaz kirin, pêdivî ye partî baş bizane bo serkeftina xwe tenha rêya ku pê diwaste û serdikeve û berdewam be li ser xebatê piştevaniya cemawerê Kurdistanê ye, xizmetkirine, xizmetkirina miletê me ye, xizmetkirina malên şehîdane û tewaze û çûna nav xelkî ye, eve dê partî serêxin û çu tiştekê dî nikare partî bi serbêxe, derfetên mezin li pêş miletê kurd hene, yekirêziya xwe bi parêzîn, xebata xwe berdewam bikin, bê şik em dê gehîne wan armancên ku şehîdên me xebat bo kirî, pêşimergeyên me mandî bûn, birîndarbûn û şehîdbûn û xebat kir, da ev roja geş bo me bicihbînin, careka dî bi vê helkeftê ez silav û rêzên serokê partî bo we hemiyan dînim, bê şik cenabê wî gelek pêxuş bû pişkdar bibe, gelek hez dikir pişkdarî vê ahengê bibe, lê mijûl bû,
hîvîdarim silav rêzên cenabê wî qebûl bikin û ev bîrewerî ye li hemî kurdekî û li hemî Kurdistaniyekî pîroz be, ev şoreşe destpêkirina wê partî bû, belê şoreşa hemî miletê Kurdistanê ye, her kesek, her hizbek piştî hîngî heke ji partî cudabbe jî, evro ew roje ku bîra me bihêt îhtirama wê xebatê bigirîn îhtirama wan hemî kesan bigirîn ewên nepartî jî û pişkdarbûn di şoreşa Îlûnê da, muşkîle nîne bîr û boçûnên wan cudane ji bîr û boçunên partî, lê wan li wê rojê di bin alayê partî da bo miletê kurd xizmet kir, piştî hîngî jî xizmeta berdewam kir di hizbeka dî ya siyasî da bi bîr û boçunên dî, lê dîsa bo xizmeta miletê me bîra wan hemiyan dikineve, evro hîviya serkeftinê jî bo hewe hemiyan dixwazim û hûn gelek bi xêrbên serçavan û zor supas bo we hemiyan.




