Tirkman bo Wezareta Pêşmege: Bilez nameya Serok Barzanî bicîh bînin

Hewlêr-KDP.info- Seroka Fraksiyona Pêşkeftinê ya Tirkmanan di Parlamentoya Kurdistanê de Muna Nebî ragihand ku, ew wek Fraksiyona Pêşkeftin û Partiya Çaksazî tekez li ser bicîhanîna nameya 7 xalî ya Serok Barzanî dikin, ku ji Wezareta Pêşmerge re şandiye û daxwaza yekxistina Hêzên Pêşmerge kiriye. Herwiha wê yekê bi pirsekî niştîmanî bi nav dikin.
Di 14ê Berfenbara 2014an de Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî yên Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî nameyeke 7 xalî pêşkêşî Wezareta Pêşmerge kir wekî rênimayî daxwaz ji wezaretê kir ku hizbayetî li nav rêzên Pêşmerge de nemîne û hêza Pêşmerge li ser bingeheke niştîmanî bê rêkxistin.
Muna Nebî Seroka Fraksiyona Pêşkeftinê ya Tirkmanan di Parlamentoya Kurdistanê de ji KDP.info re ragihand: “Em wek wek Fraksiyona Pêşkeftin û Partiya Çaksazî tekez li ser bicîhanîna nameya 7 xalî ya Serok Barzanî dikin û divê hemû alî wê rastiyê nas bikin ku niha li Herêma Kurdistanê ji hemû demekê bêtir pêwîstiya me bi yekrêziya niştîmanî heye bo parastina ezmûna Herêma Kurdistanê û wan destkefên ku bi dest hatine.”
Nebî wiha got: “Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, wek serokê partiyekê mamele nake, lê belê wek Serokê Herêmê fermanê dide û pir cidiye di xema pirsên niştîmanî de.”




