26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Balafirên hevpeymanan 5000 pêgehên DAIŞê bombebaran kirine

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Balafirên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî rêxitsina DAIŞê, bêhtir ji 3 hezar pêgehên rêxitsina navbûrî bi 5 hezar bombe û roket bombebaran kirine.

Berdevkê Wezareta Bergirî ya Amerîka (Pentagon) Stephen Warren ragihand ku, ji dema destpêkirina operasyonên ezmanî yên balafirên hevpemanan bo ser pêgehên çekdarên rêxitsina DAIŞ û heta 31ê Kanûna sala 2014an, 1 hezar û 676 operasyon hatine encamdan.

Hevpeymaniya Navdewletî ya ji bo jinavbirina DAIŞê di 11ê Îlona borî de bi serpereştiya Amerîka hatiye pêkanîn, bêhtir ji 42 welatên erebî û rojavayî di nav de cih digrin.

Li gor ku Stephen Warren ragihandiye, balafirên hevpeymanan nêzîk 3 hezar armancên cûda yên DAIŞê bi 5 hezar bombe û roket bombebaran kirine.

Di nav wan armancên ku hatine bombebaran kirin, 900 otombîl û barhlegirên gulenebir, 52 pêgehên di bin erdê de, 673 pêgehên şer û nêzîk hezar avahiyî hebûn.

Operasyonên hevpeymaniya navdewletî roja 8ê Tebaxa borî li dijî pêgehên DAIŞ li Iraqê destpêkirin, roja 23ê Îlonao 2014an yekem operasyon li dijî pêgehên DAIŞ li Sûriyê hatibû encamdan.

Pentagonê diyar kir ku, heta niha bi hûrî nexuyaye ku çend arman hatine ji navbirin lê berdevkê wê got: “Aste ji navbirinê bilind bû, Artêşa Amerîka jî nexwest ku hejmara wan tankan diyar bike ku heta niha di dest DAIŞê de ne.”
 

Nûçeyên têkildar