Azadkirina Şingalê tê wateya azadkirina tevahiya axa Kurdistanê

Brîtanya-KDP.info- Televîzyona BBC a brîtanî di romaleke xwe de li ser Şingalê behsa wêrekî û azayetiya Pêşmerge dike, ku mal bi mal û cade bi cade çekdarên DAIŞê ji Şingalê derdixe. Herwiha dêbêje, azadkirina Şingalê tê wateya azadkirina tevahiya axa Kurdistanê.
Medyaya cîhanî berdewam behsa navçeya Şingalê ya kurdistanî û kurdên êzîdî dikin û dibêjin bi rizgarkirina navçeya Şingalê dê hemû axa Kurdistanê were azadkirin.
Pitî ku Serok Barzanî bi xwe serperiştiya wê operasyona dîrokî bo rizgarkirina derdora çiyayê Şingalê kir û rêxistina DAIŞê li wir ha şikenandin, niha jî pêşveçûnên Pêşmerge li wir berdewam in û heman operasyon zingila azadkirina Şingalê bi yekcarî lê dide.
BBC di şopandina xwe ya taybet li ser Şingalê de, behsa behsa wêrekî û azayetiya Pêşmerge dike, ku mal bi mal û cade bi cade çekdarên DAIŞê ji Şingalê derdixe.
BBC dibêje ku, piştî ku Hêzên Pêşmerge dorpêçkirina DAIŞê li ser çiyayê Şingalê şikenand û koçberên ser rizgar kirin, niha Pêşmerge li nav Şingalê pêşve diçin.




