26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Pişî azadkirina navçeyên wan..Koçberên li Soran vedigerin malên xwe

Çavkanî: KDP.info

Soran-KDP.info- Rêveberê Rêveberiya Koç û Koçberan a devera Soranê ragihand ku, li sînorê devera wan bêtirî 2700 malbatên koçber hene û niha mijûl in ku vegerin navçeyên xwe. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hinek rêxistinên din jî li ser alîkariya wan koçberan berdewam in.

Ebas Emîr Rêveberê Rêveberiya Koç û Koçberan a devera Soranê ji KDP.info re ragihand: “Li sinorê Soranê bêtirî 2700 malbatên koçber hene, ku hejmara wan 14 hezar kes e. Li wir di kampekê de ne. Piştî ku Hêzên Pêşmerge navçeyên wan azad kir, niha mijûl in ku vegerin navçeyên xwe.”

Emîr wiha got: “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û hinek rêxistinên din jî li ser alîkariya wan koçberan berdewam in.”
 

Nûçeyên têkildar