26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Serkirdeyek û 16 çekdarên DAIŞê hatin kuştin..DAIŞ 20 xort û 4 şarezayên Ptrolê gulebaran kirin

Çavkanî: KDP.info

Mûsil-KDP.info- Berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê ragihand ku, ji duhî ve serkirdeyek û 16 çekdarên DAIŞê hatine kuştin. DAIŞê jî 20 xort kuştine û 4 şarezayên Ptrolê gulebaran kirine. Herwiha ji tirsa Hêzên Pêşmerge pirek teqandine.

Îsmet Receb Berpirsê liqa 14 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Mûsilê ji KDP.info re ragihand: “Şevê din 12 termên çekdarên DAIŞê gihîştine navçeya Reşîdiyeyê ya Mûsilê, ku her 12 di şerê ligel Pêşmerge de hatine kuştin.

Wî berpirsê PDKê wiha got: “Çekdarên DAIŞê pira Şinduxê yê nizîkî navçeya Keskê teqandin, ew jî ji tirsa da ku Hêzên Pêşmerge bi wê riyê êrişî wan nekin.”

Receb wiha domand: “Çekdarên DAIŞê dîsa çûn ser liqa 12 ya banka Rafedîn li Mûsilê û hemû pereyên xelkê û hikûmetê ji xwe re birine.”

Berpirsê liqa 14 ya PDKê li Mûsilê ragihand: “Di encama teqîna bombeke çandî de bi otomobîlekê de li navçeya Qewsiyatê ya Mûsilê, 3 çekarên DAIŞê hatin kuştin.”

Îsmet Receb wiha got: “Çekdarên DAIŞê 20 xort li nahiyeya Hemam Elîl li başûrê Mûsilê girtin û her li wir ew xort dane ber guleyan. Herwiha 4 şarezayên Petrolê jî, ji aliyê DAIŞê ve hatin gulebarankirin.”

Receb wiha domand: Duhî çekdarên yekîneyên Mûsilê ku li dijî DAIŞê ne, serkirdeyek diyar ê DAIŞê bi navê Ehmed Casim Şehab Ciwarî ku bi Fîras Cercerî tê naskirin, kuştin.”
 

Nûçeyên têkildar