26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Serok Barzanî bo Serokê Fransa: Terorîst dê têk biçin û mirovayetî dê ser bikevê

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info-Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî peyamek hevxemiyê ji Serokê Fransayê François Hollande re şand û tê de bi navê xwe û gelê Kurdistanê serxweşî li Serokê û gelê Fransa û kesukarên qurbaniyên bûyera îro kir û gelek bi tundî ew kiryara nemirovane şermezar kir.

Îro 3 çekdaran bi çekên Reşaş êrişî avahiya wê rojnameyê kirin û gule berdan rojnamevan û karmendên di nava avahiyê de.

Polîsê Fransa derbarê bûyerê de eşkere kir ku di encama êrişê de 12 kes hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne, ku 10 ji kuştiyan rojnamevan bûn û 2 jî polîs bûn.

Ev jî tekesta peyama Serok Barzanî ye:  Birêz François Hollande Serok Komarê Fransa

Bi bihîstina nûçeya êrîşa terorîstan ya li ser kovara Charlie Hebdo ya li nav bajarê Parîsê û can ji destdana hejmarek rojnamevan û hemwelatiyên bêtawan gelek xemgîn bûm. Bi navê xwe û gelê Kurdistanê serxweşiyê li cenabê we û gelê Fransa û kesukarên qurbaniyên vê rûdanê dikin û gelek bi tundî vê kirdara nemirovane û şermezar dikin.

Di vê roja nexweş de gelê Kurdistanê li demek de ku bi awayeke rasterast li gel dirindetirîn cûreya terorê di şer de ye, piştevan û hevxemê gelê Fransaye.

Carekî din serxweşiyê li kesukarê qurbaniyên vê rûdana diltezîn dikim û hêviya başbûnê jî ji bo birîndaran dixwazim. Li wê yekê jî bawerim ku li encamê de Terorîst dê têk biçin û mirovayetî dê ser bikevê
 

Nûçeyên têkildar