26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Hefteya bê Bexda dê mûçeyê fermanberan bişîne

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info- Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Kurdistanê Dilşad Şeban ragihand ku, biryar e hefteya bê Bexda beşê Herêma Kurdistanê ji budceya Herêma Kurdistanê bişîne. Herwiha Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma jî ragihand ku, heta budceya Iraqê were pesendkirin, Bexda dê 750 milyar dînar wek mûçeyê fermanberên hermê bişîne.

Dilşad Şeban Endamê Komîteya Darayî ya Parlamentoya Kurdistanê ji KDP.info re ragihand: “Biryar e hefteya bê Bexda beşê Herêma Kurdistanê ji budceya Herêma Kurdistanê bişîne. Yekm wezaret ku mûçeyê xwe werbigre, Wezareta Pêşmerge ye. Heta budceya Iraqê were pesendkirin, Bexda dê 750 milyar dînar wek mûçeyê fermanberên hermê bişîne.”

Ji aliyê xwe ve, Rêbaz Mihemed Hemilan Wezîrê Darayî yê Hikûmeta Herêma jî ji KDP.info re ew agahî piştrast kir ku, heta budceya Iraqê were pesendkirin, Bexda dê 750 milyar dînar wek mûçeyê fermanberên hermê bişîne.
 

Nûçeyên têkildar