26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Buhara îsal Amerîka dê dest bi perwerdekirina hêzên lîbral yên opozîsyona Sûriyê bikin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê ragihand ku di buhara îsal de ewê dest bi perwerdekirina hêzên lîbral yên opozîsyona Sûriyê bikin.

Berdevkê Pêntagonê, Con Kêrbî di kongreyeke rojnamevaniyê de got, her demekê proseya perwerdekirina hêzên opozîsyona Sûriyê destpê bike dibe ku ew rahênerên zêdetir bişînin, lê Kêrbî hejmara rahêneran aşkere nekir.

Proseya perwerdekirina hêzên lîbral yên opozîsyona Sûriyê wê li welatên Tirkiyê, Qeter û Siûdiyê birêve biçin û ew welat jî wê tevlî proseyê bibin.

Ev proseya ku armanc jê amadekirina hêzeke lîbrale ji bo ku navçeyên di bin kontrola opozîsyona Sûriyê de biparêze, wê 3 salan berdewam bike.

Berî niha hat ragihandin ku bi tenê li Tirkiyê wê di nava her sê salan de nêzîkî 6 hezar çekdarên opozîsyona Sûriyê bên perwerdekirin.
 

Nûçeyên têkildar