26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Şingal..Pêşmerge ji 3 aliyan ve DAIŞ şikenand..Emîrek û 6 terorîst hatin kuştin

Çavkanî: KDP.info

Şingal-KDP.info- Berpirsê Eniya Şingalê Behram Erîf Yasîn eşkere kir ku, îro terorîstê DAIŞê ji 3 aliyan ve êriş kirin ser me, lê Hêzên Pêşmerge bi tundî li wan dan û emîrek û 6 terorîst hatin kuştin.

Behram Erîf Yasîn Berpirsê Eniya Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Îro  seat 14:00 terorîstên DAIŞê li hersê aliyên bakur û navenda û rojavayê Şingalê êrişî me kirin, lê Hêzên Pêşmerge bi qehremanî bersiva wan dan û agir bi ser wan de barandin û ji hersê aliyan hatin şikestin û ziyanek mezin gehandin wan.”

Yasîn wiha got: “Di wî şerî de Pêşmerge emîrekî DAIŞê bi navê Ebû Hesen Elmesrî kuştin, her wiha termê 6 çekdaran li şûna wan man.”

Berpirsê Eniya Şingalê tekez kir ku, “Di wî şerî de balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî jî beşdar bûn û li çeperên DAIŞê dan.”

Nûçeyên têkildar