25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Avahiya kovara Charlie Hebdo rastî êrişekê hat..12 kes hatine kuştin

Çavkanî: KDP.info

Ajans-KDP.info- Avahiya kovara Charlie Hebdo li paytexta Fransa Parîsê, rastî êrişeke çekdarî hat û li gor encamên destpêkê herî kêm 12 kes hatine kuştin.

Li gorî medyaya fransî, 3 çekdaran bi çekên Reşaş êrişî avahiya wê rojnameyê kirin û gule berdan rojnamevan û karmendên di nava avahiyê de.

Polîsê Fransa derbarê bûyerê de eşkere kir ku di encama êrişê de 12 kes hatine kuştin û 10 jî birîndar bûne, ku 10 ji kuştiyan rojnamevan bûn û 2 jî polîs bûn.

Kovara Charlie Hebdo, kovareke satîrîk e ango resmên qeşmerok li ser kesatiyan û diyardeyên di nava civakê de belav dike.

Beriya hefteyekê, wê kovarê karîketorê Xelîfeyê rêxistina DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî belav kir.
 

Nûçeyên têkildar