25/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Keskê..Pêşmerge 25 çekdar kuştin..Destê xwe danîn ser hejmarek çek û teqemenî

Çavkanî: KDP.info

Keskê-KDP.info- Îro çekdarên DAIŞê li navçeya Keskê êrişî eniyên Pêşmerge kirin, lê Pêşmerge yekser bi tundî li wan dan û bêtirî 25 çekdar kuştin û destê xwe danîn ser hejmarek çek û teqemeniyên DAIŞê.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge Hisên Selîm li devera Keskê ji KDP.info re ragihand: “Hêzek mezin a DAIŞê xwe amadekiribûn û bi aliyê Pêşmerge ve dihatin û dixwestin navçeya hestyar a Keskê bixin destê xwe de, lê Hêzên Pêşmerge bi yek destî û bi tundî li wan dan û 25 çekdarên wan kuştin û destê xwe deynin ser hejmarek çek û teqemeniyên DAIŞê yên ku ji wir reviyan.”

Nûçeyên têkildar