26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Kobanê..50 termên DAIŞê li şûna wan man..Rizgarkirin nêzîk bûye

Çavkanî: KDP.info

Kobanê-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê Şewket Mizûrî ragihand ku, piştî şerê duhî şekdarên DAIŞê reviyan û 50 terim li şûna xwe hiştin û ew terim ketin destê me de. Herwiha tekez kir ku Kobanê nêzîkî rizgarbûnê bûye û niha tenê li beşê rojhilatê bajêr çekdarên DAIŞê mane.

Şewket Mizûrî Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanê ji KDP.info re ragihand: “Îro rewşa Kobanê aram bû, lê piştî şerê duhî şekdarên DAIŞê reviyan û 50 terim li şûna xwe hiştin û ew terim ketin destê me de.”

Wî fermandarî wiha got:” Îro tenê balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî li çeperên DAIŞê dan, lê ti şerekî giran derneket.”

Mizûrî wiha domand: “Çekdarên DAIŞê li nava Kobanê nemane û hatine derxistin, ku tenê li beşê rojhilatê bajêr çekdarên DAIŞê mane. Niha Kobanê nêzîkî rizgarbûnê bûye.”

Nûçeyên têkildar