26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Iraqî û Navdewletî

Kurd: Anîna hêz bo nav Kerkûkê metirsiyeke li ser herêma kurdistanê

Çavkanî: KDP.info

Wekîlê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kuristanê ragihand ku amade ne her biryareke serkirdayetiya siyasî cî bi cî bikin.

Enwer hacî Osman ji AKnewsê re daxuyand, “Çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û bexdayê derbarê livandina hêzan niha di destê hemû aliyên siyasî yên Iraqê de ye û duvê ew çareyekê bo bibînin, wek pêşmerge em ti biryarek ê nadin û tenê biryarê cî bi cî dikin, lewra pêdiviye serkirdayetiya siyasî ya kurd biryarê bide û em jî amade ne her biryarekê cî bi cî bikin.”

Osman anîna hêzên Iraqê bo nav Kerkûkê wek metirsiyekê li ser Herêma Kurdistanê û dagîrkirina Hewlêr, Silêmanî û Duhkê da zanîn û wiha pê de çû, “Di zanista leşkerî de tiştek heye ku binkeya leşkerî li her cihekî bû wê hisabê bike ku bi dehan km ê din hêzên din li pêş e.”

Osman got jî, “Bi hemû pîveran, anîna hêzên leşkerî bo Kerkûkê û anîna fermandariyekê bo wî bajarî ew nerîna li serê jê tê xwendin.”

Her li ser anîna hêz bo Kerkûkê roj bi roj rewiş aloztir dibi, berpirsekî Kurd di hukûmeta Iraqê de, ku nexwest navê wî bê aşkerekirin ragihand, ku Serowkezîrê Iraqê Nûrî Malikî navên 8 ji efserên mezin ên artêşa berê ya Iraqê pêşkêşî Civata Wezîran kiriye dakue posta fermandarê fîrqe di artêşê de werbigirin.

Nûçeyên têkildar