26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Çavkaniyeke leşkerî: Şer 45 km dûrî Zûmarê ye

Çavkanî: KDP.info

Zûmar-KDP.info- Çavkaniyeke leşkerî pilebilind ragihand ku, şer li nêzîkî Zûmarê derneketiye û pevçûna ku îro çê bû gellekî dûrî Zûmarê bû. Herwiha tekez kir ku jiyan li Zûmarê asayî bûye û welatî vedgerin ser mal û halê xwe û niha bazara wê wek berê ye.

Çavkaniyeke leşkerî pilebilind ji KDP.info re ragihand: “Şer li nêzîkî Zûmarê derneketiye û şer gelekî dûrî wir bû.”

Heman çavkanî wiha got: “Êrişa xwekujî ku hat şikestin ya vê sibehê, li gundê Ebîdbîla bû, ku dikeve nêzîkî çiyayê Eşkeftê yê başûrê rojavayê Ewênatê, ew jî 45 km dûrî Zûmarê ye, û di wî şerî de DAIŞ hat şikestin.”

Wî çavkaniyê leşkerî wiha domand: “Niha jî jiyan li Zûmarê asayî ye û welatî hîna vedgerin ser mal û hale xwe û niha bazara wê wek berê ye.”

Nûçeyên têkildar