26/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Kurdistanî

Xazir.. Pêşmerge sengerên xwe bihêz dike..DAIŞ nema karin êriş bike

Çavkanî: KDP.info

Xazir-KDP.info- Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Xazir ragihand ku, vê şevê, Hêzên Pêşmerge di dema ku çekdarên DAIŞê li eiyên wan dan, bi tundî bersiva wan dan û ew bêdeng kirin. Herwiha tekez kir ku çekdarên DAIŞê nema karin êriş bikin.

Seyîd Hejar Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Xazir ji KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge li wan cihên ku niha lê ne, sengerên xwe bihêz kirine, ku vê yekê çekdarên DAIŞê dilgiran kiriye, lewma vê şevê top avêtin ser me û Hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva wan dan û ew bêdeng kirin.”

Wî fermandarê Pêşmerge gotina xwe wiha qedand: “Ti êriş nekirine û nema karin êriş bikin, niha tenê topan davêjin û ew jî niha nemaye.”
 

Nûçeyên têkildar