Şingal.. Pêşmerge emîrekî din kuşt

Şingal-KDP.info- Fermandarê Eniya Şingalê Emîd Behram Erîf Yasîn ragihnad ku, îro Hêzê Pêşmerge çeperên DAIŞê dan ber topan û di encamê de emîrekî DAIŞê li ber ket û hat kuştin.
Emîd Behram Erîf Yasîn Fermandarê Eniya Şingalê ji KDP.info re ragihand: “Duhî çekdarên DAIŞê 3 caran êriş kirin ser Pêşmerge, lê di hersê êrişan de hatin şikestin û vegeriyan.”
Yasîn wiha got: “Îro ti êriş nekirin, lê Hêzên Pêşmerge çeperên wan dîsa dan ber topan û di encamê de emîrekî DAIŞê bi nave Ebû Felah Tileferî ku xelkê Tilefer bû hat kuştin.”
Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha domand: “Çekdarên DAIŞê îro êvarî otomobîleke barhelgir bomekirî şand aliyê me, lê beriya ku bigihê ba me, ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hat teqandin û ti ziyanek derneket.”




